AMÎDA KURDÎ – Psychology Kurdî kovareke derûnnasiyê ye ku ev 21 hejmar e rêwitiya xwe didomîne. Di vê hejmarê de fokus li ser wêjeyê ye. Li ser wêje û derûnnasiyê gelek nivîs hatine nivîsîn.
Azad Dildar, Ramazan Pertev û Gulbeyaz Bozan li ser mijarên cuda nivîsîne.
Nivîsên Mûrad Dildar, Leyla Turhan, Enver Îlerî, Gulperi Gunduz, Alî Îhsan Yaka, Nûjen Yuksel, Îlyas Tunç, Elîxan Bozan jî di vê hejmarê de cihê xwe digirin.
Her wiha Aslîka Qadir bûye mêvana kovarê ku pirsên kovarê dibersivîne.
Edîtor di destpêkê de silavekî dide xwîneran û çarçoveya vê hejmarê rave dike.
‘’Merheba xwendevanên hêja,
Bi hejmareke nû û bi dosyeyeke balkêş em dîsa pêşberî we ne. Mijara me ya vê hejmarê “Wêje û Derûnnasî” ye. Ev her du dîsîplîn ku di navenda wan de mirov heye, bi kûrahî bi hev ve girêdayî ne û alozî û kûrahiya ruhê mirov radixînin ber çavan.
Dema derûnnasî cîhana hundirîn a takekesî analîz dike û alîkariyê dike ku takekes xwe nas bike, wêje jî dibe dengê vê cîhana hundirîn. Êş, bextewarî, xwestekên tepisandî û trawmayên mirovan di metnên wêjeyî de bi kûrahiya hunerî derdikevin holê. Wêje ji bo mirov, ji bo tenêtiya wî, ji bo bêwatebûn û nediyariya wî atlaseke xeyalî ya dewlemend pêşkêş dike û têgihîştinekê dide. Wêje, wekî qadeke terapiyê, êşê vediguherîne û dike ku meriv bikaribe biaxive.’’
Şîrove