AMİDA HABER- Amedsporê di beşa ewil a sezona TFF 1. Lîgê de bi 39 pûanan wek lîder bi dawî kiribû, niha jî li Antalyayê dest bi amadekariyên xwe yên beşa duyem a sezonê dike û her wiha dê di vê beşê de li hemberî fîkstûreke dijwar bimeşe.

3 maçên dijwar li pey hev
Amedspor dê li Dîyarbekirê mazûvaniya Çorum FKyê bike, ku yek ji reqîbên bihêz ên lîgê ye. Piştî vê maçê, dê di şert û mercên dijwar ên zivistanê de du maçên li derve yên li pey hev bilîze. Amedspor dê di 18ê Çileyê de bi Erzurumspor FK û di 25ê Çileyê de jî bi Sivassporê re bilîze, her du maç jî dê li derve bin.

Di maçên li derve yên Erzirom û Sêwasê de hewa sar e û şert û mercên sahayê ji bo lîstina futbolê ne guncaw in, loma armanca Amedsporê ew e ku vê serdemê bi têkçûnên herî kêm derbas bike.

Amedspor di beşa yekem a sezona lîgê de li hember van reqîban encamên cuda bi dest xistibû, li derve li hember Çorum FKyê 2-0 têk çûbû, li Dîyarbekirê bi Erzurumspor FKyê 2-2 wekhev mabû û karibû Sivassporê 4-2 têk bibe.
Ev fîkstûra dijwar careke din dê hêza Amedsporê raêxe ber çavan ka dê di pêşbirka şampiyoniyê de serkeftineke çawa bi dest bixe.
Şîrove