Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê çap bû

Dîroka Weşanê: Google News
Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê çap bû

Weşanxaneya Avestayê Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê bi sê zimanan çap kir.

AMÎDA KURDÎ - Weşanxaneya Avestayê demeke dirêj e kar û xebatên li ser qada derûnnasiyê dike û kovareke bi navê PSYCHOLOGY Kurdî jî derdixîne.

Di amadekirina vê ferhengê de Abdulsittar Ozmen, Sîyabend Aslan, Abdulsamet Dogan, Gulperi Gunduz, Leyla Turhan, Azad Dildar cih digirin.

Ji bo ku ferheng bi hêsanî bê bikaranîn, bi awayê sê beşan hatiye amadekirin:

Kurdî – îngilîzî – tirkî

Îngilîzî – kurdî – tirkî

Tirkî – kurdî – îngilîzî

Kurteya ferhengê:

Ziman hafizeya kolektîf a neteweyekê ye. Her zanist gava bixwaze di nav civakekê de şîn bibe, divê berî her tiştî zimanê xwe ava bike. Derûnnasî, wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirov re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve. Ev berhema li ber destê we, encama deh salan a lêkolîn û tecribeya kovara Psychology Kurdî ye ku tê de 2.755 têgih cih digirin.

Ferheng xebateke hevpar e û armanca wê  ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” nîşan dide ku kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire. Her peyva di vê ferhengê de, gaveke berev avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd e.

Ev xebat, ji bo armanceke hîn mezintir gava destpêkê ye. Em hêvî dikin xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî jê sûd wergirin û ferheng  ji bo xebatên hîn geştir bibe çavkaniyek.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove