AMÎDA KURDÎ - Serokkomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de mijarên rojane nirxandin. Erdogan behsa peymana HSD û Şamê kir û got, "Em girîngiyek mezin didin pêkanîna 'yek artêş, yek dewlet, yek Sûriye'yê. Divê alî pêvajoyê jehrî nekin. Helwesta me ya li ser Sûriyê zelal e."

Xalên sereke yên axaftina Serokkomar Erdogan ev in:
Xwesteka me ya herî mezin ew e ku cîranê me Sûriye zû bigihîje aramî û aştiyê ku 14 sal in vê yekê dixwaze. Em girîngiyek mezin didin pêkanîna 'yek artêş, yek dewlet, yek Sûriye'yê. Divê alî pêvajoyê jehrî nekin. Helwesta me ya li ser Sûriyê zelal e.
Em girîngiyê didin pêkanîna peymanên 18 û 30ê Kanûna Paşîn. Em ê bi berdewamî çavdêriya pêşketinên li Sûriyeyê bikin.
Xwesteka me ew e ku birayên me yên Sûriyeyê pêşeroja xwe bi hev re pêngav bi pêngav ava bikin. Nexşeya rêya aştiyê ya mayînde li Sûriyeyê hatiye destnîşankirin. Divê alî hisabên xwe şaş nekin û şaşiyên xwe dubare nekin an jî pêvajoyê jehrî nekin.
Her dilop xwîna ku tê rijandin dilê me dişewitîne. Çi Ereb, Tirkmen, Kurd an Elewî bin, windakirina her yek canekî tê wateya windakirina beşek ji me.

Me kamyonên alîkariyê ji birayên xwe yên Kurd re şandin
Me di operasyonên dawî de talîmat dan. Me kamyonên alîkariyê şandin herêmên ku xwişk û birayên me yên Kurd lê ne.
Şîrove