AMÎDA KURDÎ - Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, di biryarnameya ku îmze kirî de rêziknameyên girîng ên derbarê Kurdan de xist meriyetê. Li gor biryarname, ku îro ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî SANAyê ve hat weşandin, nasnameya neteweyî ya nû ya Sûriyeyê wekî "pirçandî û yekgirtî" tê pênasekirin. Kurd hêmanek bingehîn a gel in.
Biryarname tekez kir ku Kurd beşek yekgirtî ya civaka Sûriyeyê ne. Xala yekem a rêziknameyê diyar kir ku Kurd "beşek bingehîn û girîng" a gelê Sûriyeyê ne.
Zimanê Kurdî wek zimanekî neteweyî hat pênasekirin
Bi rêziknameya nû re, zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî statuya "zimanê neteweyî" bi dest xistiye. Li gorî vê, perwerdehiya Kurdî bi fermî di dibistanên dewletê û yên taybet de li herêmên ku nifûsa Kurd lê zêde ye destûr tê dayîn.
Meseleya hemwelatîbûnê çareser dibe
Yek ji rêzikên herî balkêş ên biryarnameyê rakirina pratîkên ku bi serjimariya 1962an li parêzgeha Hesekê, bibû sedema ku bi hezaran Kurd bikevin rewşa "biyanî" an jî "neqeydkirî". Biryar, ku pirsgirêka 64 salan bi dawî dike, dibêje ku hemû Kurdên ku li Sûriyeyê dijîn bêyî tu cudahî dê hemwelatîbûna Sûriyeyê werbigirin.
Cejna Newrozê dê bibe cejneke giştî
Bi biryarnameyê re, cejna Newrozê ya 21ê Adarê, ku wekî "sembola bihar û biratiyê" tê pênasekirin, wekî cejneke neteweyî hatiye ragihandin. Ji niha û pê ve, Cejna Newrozê dê li seranserê Sûriyeyê wekî cejneke fermî were pîrozkirin.
Kesên ku cudakariyê dikin dê werin cezakirin.
Biryarname bi eşkere hemû cureyên cudakarî û dûrxistinê li ser bingeha etnîsîte û zimanî qedexe dike. Biryarname destnîşan dike ku kesên ku dabeşbûna civakî û nakokiya neteweyî teşwîq dikin dê li gorî qanûnên heyî werin cezakirin. Nivîsa tevahî ya fermanê wiha ye:
Madeya (1): Welatiyên Kurd ên Sûriyê beşek bingehîn û girîng a gelê Sûriyê ne. Nasnameyên wan ên çandî û zimanî beşek yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya pirçandî û yekgirtî ya Sûriyê ne.
Madeya (2): Dewlet soz dide ku cihêrengiya çandî û zimanî biparêze; ew mafê welatiyên Kurd garantî dike ku mîrat, hunerên xwe biparêzin û zimanê xwe yê dayikê di çarçoveya serweriya neteweyî de pêşve bibin.
Madeya (3): Kurdî zimanekî neteweyî ye. Destûr tê dayîn ku li dibistanên dewletê û yên taybet ên li herêmên ku Kurd beşek girîng a nifûsê pêk tînin, wekî beşek ji bernameya bijartî an jî wekî çalakiyek çandî-perwerdeyî were hînkirin.
Madeya (4): Hemû qanûn û pêkanînên îstîsnayî yên ji serjimariya 1962an li parêzgeha Hesekê derdikevin, bi vê yekê têne betalkirin. Hemû welatiyên bi eslê xwe Kurd ên li axa Sûriyeyê dijîn, tevî yên bê qeyd li ser bingeha wekheviyê di maf û erkên xwe de, hemwelatîbûna Sûriyeyê werdigirin.
Madeya (5): Cejna newrozê (21ê Adarê), cejneke neteweyî ye ku bihar û biratiyê îfade dike, li seranserê Komara Erebî ya Sûriyeyê wekî cejneke giştî ya bi meaş tê nas kirin.
Madeya (6): Medyaya dewletê û saziyên perwerdehiyê mecbûr in ku gotareke neteweyî ya berfireh qebûl bikin. Her cudakarî an jî dûrxistin li ser bingeha etnîkî an zimanî bi qanûnî qedexe ye; kesên ku serhildana neteweyî teşwîq dikin dê li gorî qanûnên heyî werin cezakirin.
Madeya (7): Wezaret û rayedarên peywendîdar berpirsiyar in ku talîmatên rêveberiyê yên pêwîst ji bo bicîhanîna bendên vê fermanê di nav deverên desthilata xwe yên têkildar de derxin.
Madeya (8):Ev biryarname dê di Rojnameya Fermî de were weşandin û ji roja weşandina wê ve dê bikeve meriyetê.
Şîrove