Doza Narînê: Ji bo Nevzat Bahtiyar 17 sal ceza

Dîroka Weşanê: Google News
Doza Narînê: Ji bo Nevzat Bahtiyar 17 sal ceza

Darizandina Nevzat Bahtiyar, ku cezayê wî di doza kuştina Narîn Guranê de hatibû betalkirin, îro encam da û 17 sal ceza xwar.

AMÎDA KURDÎ - Duyemîn rûniştina ji nû ve darizandina Nevzat Bahtiyar, ku cezayê wî yê 4 sal û nîvan ê girtîgehê di doza kuştina Narîn Guran de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin, li Amedê car din hat dîtin û 17 sal ceza lê hat birîn.

Darizandina Nevzat Bahtiyar hefteya borî li Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Amedê dest pê kir. Piştî pêşkêşkirina parastinê, dadgehê rûniştin taloq kiribû heta îro. Nevzat Bahtiyar, parêzerên wî û malbata Guran beşdarî rûniştina îro bûn.

Nevzat Bahtiyar ji ber ku alîkariya kuştina Narîn Guranê kiriye hat darizandin û bi heman sedemê cezayê 17 salan lê hat birin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove