AMÎDA KURDÎ - Doza Selahattîn Demîrtaş ku di derbarê axaftinên wî yên di çalakiyên sala 2016an de ne, li Amedê hat dîtin. Ew bixwe tevlî vê rûniştinê nebû lê parêzerê wî amade bû.
Dozgerî diyar kir ku divê aliyên kêmas yên dosyayê werin çareserkirin. Parêzerê Demîrtaş parastinên xwe yên berê dubare kir.
Dadgehê biryar da ku danişînê heta 3ê Hezîranê paş bixe, dê li benda Îstînafê bê sekinîn.

Heta 15 sal ceza tê daxwazkirin
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, ku di sala 2016an de li Dîyarbekirê beşdarî 7 bûyerên cuda bû, bi sûcên "bi eşkereyî teşwîqkirina sûcekî", "bi eşkereyî teşwîqkirina nefret û dijminatiyê", "pesnê sûc û sûcdaran", "rêxistin, rêvebirin û beşdarbûna civîn û xwepêşandanên neqanûnî", û "bi eşkereyî heqaretkirina neteweya Tirk, Komara Tirkiyeyê, Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê, Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û organên dadweriyê yên dewletê" tê tawanbarkirin. 9 heta 15 salan wekî heps dê cezayê van sucan hebe.
Şîrove