AMÎDA KURDÎ - Berf ji êvara pênçşemê ve ye bandor li tevahiya bajêr kiriye. Berfê tevahiya bajêr bi spî kiriye.
Navçeya dîrokî ya navendî Sûr, wekî navendeke îdarî û wargeheke domdar a 10,000 salan ve, piştî Erîha ya Filistînê di cîhanê de di rêza duyemîn de ye. Tevî berfê jî, bajar hîn jî bala geştiyarên navxweyî û biyanî dikişîne.
Navçeya Sûrê, ku avahiyên dîrokî yên wekî Mizgefta Mezin, Kompleksa Muzexaneya Keleha Hundir, Sûrên Dîyarbekirê, Xana Hesen Paşa, Mînareya Çar Ling, dêr û gelek muzexane lê hene, bi dronekê hate kişandin.

Mustafa Tekbaş, ku bi jina xwe û zarokê xwe ji Stenbolê hatibû, heyraniya xwe ya ji bo bajêr anî ziman û got, "Çawa dibe ku hûn ji Dîyarbekirê hez nekin? Em ê gera xwe bidomînin û qet pirsgirêkek jî tune ye li vî bajarî.

Cilên me saxlem in, lastîkên berfê yên otomobîla me hene, heta niha me ti pirsgirêk nedîtiye. Doh em li Rihayê bûn, îro em hatin Amedê. Bi rastî jî me Amed eciband. Atmosfer pir xweş e, bajarekî ecêb e"
Şîrove