AMÎDA KURDÎ - Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Parêzgeha Wanê ya Partiya DEMê ragihandin ku cih û dîrokên pîrozbahiyên Newroza Wanê hatine destnîşankirin. Hûrguliyên bernameya Newroza 2026an dê bi daxuyaniyek bernameya Newrozê ji raya giştî re werin ragihandin.

Ercîş 17ê Adarê, Wan 22ê Adarê
Lêbelê, rêveberiyê diyar kir ku bername niha bi taybetî ji bo parêzgeha Wanê hatiye destnîşankirin. Li gorî daxuyaniyê, Newroza Ercîşê dê di 17ê Adarê de û Newroza navenda bajarê Wanê jî di 22ê Adarê de were lidarxistin.

Hûrguliyên piştî 8ê Adarê
Her wiha hat destnîşankirin ku pîrozbahiyên Newrozê li hemû navçeyên Wanê bi awayê kombûnên giştî têne plankirin. Hate diyarkirin ku piştî çalakiyên Roja Jinan ya Cîhanê (8ê Adarê) dê agahiyên berfireh li ser mijarê bi raya giştî re werin parvekirin.
Şîrove