AMÎDA KURDÎ - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê biryar da ku sibê di çarçoveya Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Rojava re meşeke girseyî li dar bixin. Di daxuyaniyekê de derbarê meşê de gotin ku girse dê saet 3ê piştî nîvro li Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê bicive û ji wir ber bi Ofîsa AZCyê ve bimeşe.
'Kobaniyê demên nexweş derbas kir'
Gulsen Ozerê, "Kobanê di demên pir nexweş re derbas dibe, ew di nav şereke pratîkî de ne. Wek gel, em nikarin bêdeng bimînin.’’
Ayla Akat Ata, parlamentera berê ya HDPê, daxuyaniyek bi heman rengî da û raya giştî vexwend meşa ku dê di 1ê Sibatê de were lidarxistin.
Şîrove