Dikandarên Amedî rê girtin: Tax di bin toz û dûmanê de ye

Dîroka Weşanê: Google News
Dikandarên Amedî rê girtin: Tax di bin toz û dûmanê de ye

Li Amedê, dikandar û niştecihên bajêr, ji ber nebûna paqijiyê ya piştî hilweşandina avahiyek ku di erdhejê de zirar dîtibû bertek nîşan dan û rê bi keviran girtin û trafîk rawestandin.

AMÎDA KURDÎ – Li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, hilweşandina avahiyek ku di erdhejên de zirar dîtibû 14, 15 roj berê dest pê kir. Niştecih û dikandaran bertek nîşan dan ku piştî xebata hilweşandinê, herêm nehatiye paqijkirin.

Niştecihên taxê, diyar kirin ku wan gelek caran telefonî şaredariyê û li parêzgariyê kirine lê bersivek negirtine, ji bo ku dengê xwe bigehînin, bi keviran trafîk girtin.

'Tenduristiya me jî ji ber tozê di xetereyê de ye'

Niştecihên taxê ji Amida Haberê re axivîn ku pêvajoya hilweşandinê hem ji hêla aborî ve û hem jî ji hêla tenduristiyê ve bandorek neyînî li wan kiriye.

Niştecihên taxê û dikandaran daxwaz kirin ku rayedar bi lez û bez toza ji hilweşandinê çêbûye paqij bikin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove