Di Salvegera Komkujiya Helebçeyê de vîdyoyeke nû ji Alî Tekbaş

Dîroka Weşanê: Google News
Di Salvegera Komkujiya Helebçeyê de vîdyoyeke nû ji Alî Tekbaş

Alî Tekbaş vîdyoyek nû ya li ser Komkujiya Helebçeyê par ve kir. Di vîdyoyê de Alî Tekbaş stranekê dibêje ku dîroka vê qeydê vedigere salên 90an.

AMÎDA KURDÎ - Di 16ê Adara 1988an de, zêdetirî pênç hezar Kurd, bi çekên kîmyewî li Helebçeyê ji hêla dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Sedam Huseyîn ve hatin qirkirin. Di vê pêvajoyê de hezaran kes koçber bûn ber bi Colemêrg û derdora wê ve. Yek ji van malbatan jî malbata Alî Tekbaş bû ku li Colemêrgê bi cih bûn û car din venegeriyan ser milkê xwe.


Alî Tekbaş her ku diçe arşîva wan salan par ve dike û îsal jî salvegera qirkirina Helebçeyê vîdyoyeke nû par ve kir. Ev vîdyo piştî koçberbûna malbatê ya li Colemêrgê cihbûyî hatiye kişan û di vîdyoyê de Alî Tekbaş zarok e û stranekê dibêje.

Alî Tekbaş di vê parvekirina xwe gotinên stranê jî nivîsîye û hestên xwe wiha pênase dike: Her sal vegerek a te halepçe kewîna birîna me ye. Jibîr nabî.

Gotinên stranê:

Der kirin ferman

Nehêlin Kurdan

Li cîhan rakin

Navê Kurdistan

Li çar kenaran

Ceng û talan e

Kuştin û sotin

Qîrî û giryan e.

 

Gund û warên me

Tev kirine kavil

Derbeder kirin

Hejarên dilkul

Asin û agir li gel jehrê dibarên

Gelo ma çima em gunehkarin?

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove