Di rêkeftina HSD û Şamê de kê çi got?

Dîroka Weşanê: Google News
Di rêkeftina HSD û Şamê de kê çi got?

Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de rêkeftineke berfireh hatibû ragihandin. Bi vê minasebetê gelek kesan nêrînên xwe yên derbarê agirbestê de anîn ziman.

AMÎDA KURDÎ - Di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de peymanek hat çêkirin. Gelek kesan kêfxweşiya xwe ya li ser vê peymanê anîn ziman. Îngîltere, Fransa, Amerîkayê peyman bi awayeke erênî nirxandin. Piştî peyamên Mazlum Ebdî û Îlham Ehmedê ji Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî peyamên xwe dan. Her wiha Dem û CHPê kêfxweşiya xwe anîn ziman û Hakan Fîdanî jî li ser pêvajo agirbestê daxuyaniyek da.

Kê çi got?

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî: Hêzên HSDyê bi awayekî fermî dibin beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê lê belê dê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî li herêmên xwe yên li Cizîr û Kobaniyê bimînin û parastina herêmên xwe bikin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed: "Ev pêvajo dê xizmeta yekparçeyiya Sûriyeyê bike, aştiya navxweyî xurt bike û bingeha qonaxeke nû ya aramî û bipêşketinê deyne. Her wiha dê vegera bi rûmet û ewle ya xelkê Efrîn û Serê Kaniyê ya ji bo warên wan misoger bike."

Serokê PDKê Mesûd Barzanî: Em hêvîdar in ew rêkeftin berdewam û serkeftî be.Em her dem di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan rêya rast e.

Balyozê Amerîkayê Tom Barrack: Ev gav ji bo gelê Kurd girîng e ku bi saya berxwedana xwe ya bêdawî di parastina Sûriyeyê de rolek girîng lîstine.

Serokê Herêma Kurdistanê Iraqê Nêçîrvan Barzanî: Ev lihevhatin pêngaveke girîng û durist e ji bo çareseriya aştiyane û bidawîanîna aloziyan.

Wezîrê Kar û Barên Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê Hamish Falconer: Ev gaveke bingehîn û girîng e ber bi Sûriyeyeke aram û yekgirtî ve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin ku ev lihevkirin bibe destpêka pêkanîna mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û rê li ber vegera bi serbilindî û birûmet a koçberan xweş bike.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot: Ev peyman ji bo Kurdan ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarên me bûn, mafên wan yên siyasî û ewlehiyê mîsoger dike.

Dem: Îradeya Rojava ji bo me pir girîng e. Erka me ew e ku em piştgiriyê bidin biryarên wan. Em helwesta wan a li ser maseyê pîroz dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan: Em peymana yekbûnê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de dişopînin.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Murat Emîr: Em ji bo îstîqrara Sûriyeyê û aştiyê girîngiyê didin vê pêvajoyê.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove