Di qezayeke Geverê de 18 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê: Google News
Di qezayeke Geverê de 18 kes birîndar bûn

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê otobusek û mînîbusekê li bin guhê hev dan û 18 welatî birîndar bûn.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê otobuseke veguhastina nav bajêr û mînîbuseke veguhastina giştî li bin guhê hev da û 18 kes birîndar bûn.

Otobusa bi plakaya 30 YE 824 û mînîbusa bi plakaya 30 M 1016 li nêzîkî Balafirgeha Selahedînê Eyûbî ya li ser rêya Oremarê li hev xist.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hinek birîndarên ku di mînîbusê de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.

Her 18 birîndar bi ambulansan gihiştin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Li ser rêya ku polîsan tedbîrên ewlehiyê lê wergirtine, hatin û çûyîn bi awayekî kontrolkirî ji yek aliyî ve tê kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove