AMÎDA KURDÎ - Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan derbarê pêşketinên heyî de civîneke çapemeniyê li dar xist. Dogan behsa êrîşên li ser dibistanan kir, bal kişand ser pirsgirêkên avahîsaziyê yên li Tirkiyeyê û diyar kir ku divê berpirsiyariya siyasî were girtin.

'Divê berpirsiyariya siyasî were qebûlkirin'
Dogan bal kişand ser êrîşên li Siverek û Kahramanmaraşê û got, "Şîddet belavî her şaneyê bûye. Serê Tirkiyê sax be. Pirsgirêkên civakî, nebûna serweriya hiqûqê û belavbûna tundûtûjiyê li her deverê pirsgirêkan kûrtir dike. Li Tirkiyeyê, rêberên siyasî qet berpirsiyariyên xwe qebûl nekirine. Guhertinên siyasî yên bingehîn hewce ne. Divê fezîleta qebûlkirina berpirsiyariya siyasî were nîşandan. Divê lêpirsînek serbixwe û zelal were kirin."
Şîrove