AMÎDA KURDÎ - General Merwan Elî, Fermandarê Ewlekariya Navxweyî li Hesekê, ku serdana Waliyê nû yê Hesekê Nûreddîn Îsa kir, piştî civînê derket pêşberî çapemeniyê.

'Peyman Kete Qonaxa Pêkanînê'
Elî, ku civînê wekî "pir erênî" bi nav kir, ragihand ku peymana ku di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye çêkirin, ketiye qonaxa pêkanînê.

Gavên yekem ên peymanê
Merwan Elî diyar kir ku sê xalên pêşîn ên peymanê (agirbest, avakirina xalên kontrolê yên ewlehiyê û hevrêzkirin) bi serkeftî hatine bicîhanîn.
Elî her wiha bi bîr xist ku Waliyê Sûriyê Nûreddîn Îsa bi xwe ji aliyê Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şer ve hatiye destnîşankirin û peyama xurtkirina rêveberiya sivîl daye.

Rewşa Kobanî û Şedadiyê normal dibe
Derbarê rewşa Kobanî de, wî got: "Meseleya Kobanî bi tevahî bi Qamîşlo û Hesekê re ye. Hêzên ewlehiyê ketine herêma Şihuxê û di demek nêzîk de hêzên ewlehiyê jî dê bikevin navenda bajarê Kobanî. Bi vekişîna yekîneyên leşkerî, jiyan li bajêr dê bi tevahî vegere rewşa xwe ya asayî."

Vegera penaberan
Elî, ji bo xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji ber şer neçar man ku malên xwe biterikînin agahî da û diyar kir ku hemû penaber dê bi rûmet vegerin.
Şîrove