Komîsyona Hewldana Yekîtîya Neteweyî ya Kurdistanê li ser êrîşê daxuyanî da.
Tevahiya daxuyaniyê:
Hêja xebatkarên çapemeniyê,
Em êrişên li diji miletê Kurd û Kurdistanê bi tündi şermezar dikin!
Li gori agahdariyên weşandî, sê roj berê di encama êrişa bi mûşek û dronan a li diji navendên Komala Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana İranê ya li derdora Silêmaniyê de, 9 pêşmerge şehîd ketine û gelek pêşmerge ji birîndar bûne. Herwiha, duh disa Dewleta Dagirker a iranê bi mûşek ii dronan êriși ser bergehên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê kir û di vê êrișa hovane de jî heşt pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) birîndar bûne. Ji navenda PAKê hate ragihandin ku rewşa çar pêşmergeyan giran e û jiyana wan di xeterê de ye.
Em van êrişên xwînbar û hovane bi tundi şermezar û lanet dikin. Ev êrişên Dewleta Dagirker a Îranê ne tenê li diji komeke siyasî û leşkerî ne. Em van êrişan weki êrişên li diji miletê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê dinirxînin.
Dewleta Dagirker a iranê di her asta dirokê de li diji tevgerên Kurdistanî û neteweya Kurd siyaseteke hovane î jenosidal ajotiye. Li gori gelek rapor û bûyerên diroki, ev siyaset bi operasyonên leşkeri, girtin, îdam û awayên cuda yên zordarî û sitemkariyê hatiye birêvebirin.
Em van kiryarên li diji maf û destkeftiyên miletê Kurd û heqiqeta welatê Kurdistanê qebûl nakin û bi tundi şermezar dikin.
Ev êrişên ku li her parçeyeke Kurdistanê çêdibin bandorê li ser hemû neteweya Kurd dikin. Ji ber vê yekê, êşa Rojhilatê Kurdistanê êşa hemû Kurdan e. İşa Başûr, Bakur û Rojava ji ji hev cuda nîne. Li her çar aliyên Kurdistanê, her çi biqewime bandorê li hestên me gişkan dike û berpirsiyariyên me tîne bira me.
Tu hêzek nikare bi mûşek û dronan, bi zindan, bi darvekirinê an bi siyaseta tundûtijiyê daxwaza azadiya miletê Kurd û serxwebûna welatê Kurdistanê ji holê rake. Dîrok her car nîşan daye ku zordarî û zulimkari çareseri neanîye, lê tenê êş û xwinrijandin mezintir kiriye.
Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyi, Yekîtiya
Ewropayê û hemû sazîyên navneteweyî yên berpirsiyar dikin ku li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin, ji bo parastina sivilan û kêmkirina rageşi û tengezariyê gavên pêwîst bavêjin û piştgiri bidin rêbazên ku li gori hiqûqa navneteweyi ne.
Em bi rêz û hurmet pêşmergeyên xwe yên di van êrîşan de şehîd bûne bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan û hevalên wan re dixwazin û dilemgîniya xwe ji wan xwişk û birayên xwe re radigihînin ku di van êrîşên Dewleta Dagirker a İranê de rastî êș û azarê hatine. Herwiha em ji bo hemû birindaran şîfayeke lezgîn dixwazin.
BIJİ KURDISTAN! BIJİ PÊŞMERGE!
BIMRE KOLEDARİ! BIMRE ZORDESTÎ!
BIMRE DEWLET Û REJÎMA İRANÊ!
KOMİSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ
(İNİSİYATİVA NETEWEYİ YA KURDISTANÊ - PÊLKURD - PSK - PWK - TEVGERA VEJÎNÊ
YA KURDISTANÊ - KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANİ)
Şîrove