AMÎDA KURDÎ - Serokkomar Recep Tayyip Erdogan di merasîmekî de axivî.

Xalên sereke ji axaftina Serokkomar Erdogan:
Dema ku em li nîqaşên li Davosê dinêrin, em dibînin ku rexneyên me yên li ser pergala cîhanî niha li cîhana Rojava jî deng vedidin.
“Dema gefa terora cudaxwaz a li bakurê Sûriyeyê bi temamî ji holê rabe, ne tenê gelê Sûriyeyê, dê hemû herêma me rehet bibe. Serketîyên Sûriyeyek yekgirtî û ewle dê Ereb, Tirkmen, Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û hemî welatiyên din ên Sûriyeyê bin.
Têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ji berê xurttir û bi biryartir dibe. Spas ji Xwedê re, rehên her cûre terorîzmê li herêma me têne rakirin.
Me nehişt ku agirê ku welatên derdora me girtibû ber bi welatê me ve belav bibe û bandorê li me bike.
Em dest bi xebata pêwîst dikin da ku Balafirgeha Aydın Çıldır ji bo geştên bazirganî vebe. Min talîmatên pêwîst dane Wezîrê Veguhestinê yê xwe."
Şîrove