AMÎDA KURDÎ - Hat ragihandin ku Mesûd Barzani mazûvaniya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdi û serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl kiriye.
Her wiha Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Windy Green, Fermandarê Hêzên Amerîkayê yê li Sûriyê General Kevin Lambert û Kolonel Zachariah Cork, Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di civînê de bûn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Mesûd Barzanî bi germî pêşwazî li hemû aliyan kir û ji bo hebûna wan di vê rewşa taybet de ji bo aştî û pêşîgirtina li tundûtûjiyê spasiya wan kir.
Her wiha hat diyarkirin ku Barzanî girîngiya diyalog, aramî û jiyana hevbeş di Sûriyeya nû de tekez kir.
Pişt re, beşdaran li ser çend mijaran nîqaş kirin û nêrînên xwe dan hev û çend gavên pratîkî ji bo pêkanîna aramiyê destnîşan kirin.
Çavkanî: Channel 8
Şîrove