AMÎDA KURDÎ - Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız lêkolîneke Dr. Mahmut Rişcanoğlu li ser ‘Kürtleşen Türkler’ wekî mînak nîşan da. Rişcanoğlu li ser çanda bingehîn a her du civakan wiha dibêje: "...Ez di nav her du eşîran de jiyam. Ji ber ku ez bingeha civakî, jiyana civakî, bingeha etnografîk, adet û kevneşopî, rêûresm û baweriyên her du eşîran ji nêz ve dizanim, min derfet dît ku wan berawird bikim.

Di lêkolîna xwe ya li ser avahiyên civakî, etnografî, çand û baweriyên van her du eşîran de, ku bi kurmancî û tirkmenî diaxivin, li gor rêbaza zanistî, min tenê cudahiyek di navbera her du civakan de dît û ew jî cudahiya zaravayên ku têne axaftin bû."
Şîrove