Cîgirê Serokê CHPê: Dilê Kurdan bi Rojavayê re ye

Dîroka Weşanê: Google News
Cîgirê Serokê CHPê: Dilê Kurdan bi Rojavayê re ye

Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikulu rexne li siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê kir û got, "Dilê Kurdan bi Rojavayê re ye."

AMÎDA KURDÎ - Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoyê axivî. Tanrikulu behsa bûyerên li Sûriyeyê kir û bal kişand ser talûkeya DAIŞê. Tanrikulu got, "Kurd welatiyên vê komarê (Tirkiye) ne. 20 milyon Kurd hene û hest û wijdanê wan a hevpar bi yên ku îro li Sûriyeyê dijîn re yekin."

'300 hezar Kurd hatin koçberkirin’

Tanrikulu "Binêrin, Kobanî ji bo Kurdan û Tirkiyeyê trawmayek girîng e û AKPê hîn jî ev trawmaye fêm nekiriye. 300 hezar Kurd neçar mane ku koç bikin, bi hezaran di bin talûkeyên mezin de ne, lê tevî vê yekê jî, hikûmeta AKPê sînorên Tirkiyeyê girt, nehişt ku alîkarî bigihîje wir ku Kurdên li wir li ber komkujiyê bûn."

'Dilê Kurdan bi Rojavayê re ye’

Tanrikulu got: "Kurdên li Tirkiyeyê welatiyên vê Komarê ne. 20 milyon Kurd hene û hest û wijdana wan a hevpar bi yên ku îro li Sûriyeyê dijîn re lêdide. Ev wijdana me yê hevpar e, ne tenê em li Tirkiyeyê, li çaraliyê cîhanê dilê Kurdan bi Rojavayê re ye, bi Sûriyeyê re ye.’’

'Tenê 2 kîlometre dûr, DAIŞê keçên Êzîdî û keçên Elewî kole kirine. Divê Tirkiye dev ji vê dilşewatiya bi DAIŞê re berde.'"

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove