AMÎDA KURDÎ - Lijneya Disîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) biryarên xwe yên derbarê maça Lîga 1emîn a Amedspor û Vansporê de ragihand ku di 23ê Sibata 2026an de hatibû lîstin. Lijneyê ji ber bûyerên qadê yên ku ji hêla alîgirên wan ve hatine qewimîn, cezayê 220 hezar lîreyî li Amedsporê birî.

Cezayê 70 hezar lîreyî ji bo Wanê
Vanspor ji ber "sloganên kirêt û êrîşkar", ku di vê sezonê de cara sêyemîn di maçek derve de hatin dubarekirin, 70 hezar lire ceza xwar.
Şîrove