AMÎDA KURDÎ - Daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş de ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiyê ji aliyê şaxên Yekîtîya Bijîjkan û HEKÎMSENê ve hat dayîn. Hat tekez kirin ku nexweşxane di kategoriya ewlehiyê ya S1ê de ye û divê pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê yên bênavber û bi kalîte hebin.
'Tayînkirinên demkî neqanûnî ne'
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku bijîjkên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiyê dixebitin, demek dirêj e rastî tayînkirinên demkî yên neqanûnî, nerêkûpêk, keyfî û domdar hatine.
Bijîjk nikarin erkên xwe bicîh bînin
Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji 41 bijîjkên pispor 12, ji 14 bijîşkên giştî 10, ji 8 bijîşkên diranan 7, û ji 5 dermansazan 2 nikarin erkên xwe di nav saziyên xwe de bicî bînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev rewş bi awayekî zelal ewlehiya giştî tehdît dike.
'Tenduristiya gel di xetereyê de ye'
Daxuyaniya çapemeniyê diyar kir ku li nexweşxaneyekê bi statuya S1ê, tu bijîjk tune ne ku di hin pisporiyan de xizmetê bidin û berdewamiya dermankirinê nayê misoger kirin.
Bijîjkan daxwaz kirin ku dawî li tayînên demkî yên bêrêkûpêk û neqanûnî werin.
Şîrove