AMÎDA KURDÎ - Malbata Rojîn Kabaişê hewldanên xwe yên ji bo ronîkirina bûyerê didomîne. Bavê Rojînê Nizamettin Kabaiş ku berê jî bi endam û nûnerên hikûmetê re civiyabû vê carê bi Gursel Tekin re civiya.

Civîn li kafeyekê li navçeya Gemlik a Bursayê pêk hat. Gursel Tekin hevdîtina bi Nizamettin Kabaiş re ragihand û got, "Em li ser Rojîn Kabaişê axivîn. Ez ji dil spasiya hevwelatiyên me yên Gemlikê dikim ji bo eleqe û hevgirtina wan."
Şîrove