Barzanî û Guler civiyan: 'Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye'

Dîroka Weşanê: Google News
Barzanî û Guler civiyan: 'Herêma Kurdistanê faktora aramiyê ye'

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya xwe ya di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya û pirsa aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kir.

AMÎDA KURDÎ - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler a danê sibehê de pêşhatên dawî yên herêmê, bi giştî û bandor û encamên wan hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim "faktora aramiyê be" û tekez kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi welatên cîran re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş zêdetir bi pêş bixin.

Mijareke din a civînê jî taybet bû bi pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û çawaniya bipêşxistina hevkariya hevbeş a di navbera wan a di warên cuda de.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ya ku doh bi beşdariya serok û serkirdeyên cîhanê dest pê kir dê sibe bi dawî bibe.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove