AMÎDA KURDÎ – Li Helebê pevçûnên dijwar di navbera hêzên artêşa Sûriyeyê û "Hêzên Asayîşê" yên girêdayî HSDê de berdewam dikin, di derheqê vê meseleyê de rexneyek ji Mesûd Barzanî hat, Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û serokê KDPê Barzanî bang li rejîma Şamê kir ku êrîşan rawestîne û tekez kir ku rewşa li herêmê ji bo nifûsa sivîl, bi taybetî jî ji bo nifûsa Kurd, xetereyek mezin çêdike.
Barzanî li ser pevçûnên li Helebê diyar kir ku rewşa heyî gihîştiye astên metirsîdar. Di daxuyaniyê de, Barzanî got, "Rewşa xeternak li Helebê heye, şer û tundûtûjî, gefê li jiyana sivîl û welatiyên bêguneh dixwe. Li herêmê gefa paqijkirina etnîkî li dijî Kurdên herêmê heye."
Barzanî di daxuyaniya xwe de rasterast bang li rayedarên Sûrîyê kir û hişyarî da ku nakokiyên siyasî neguherin bingehek etnîkî. Di axaftina xwe de bi rêveberiya Şamê re got, "Nehêlin nakokiyên siyasî veguherin pevçûnek neteweyî. Pêşî li derxistina Kurdan ji axa bav û kalên wan bigirin."
Barzanî di daxuyaniya xwe da cih da van îfadeyan:
"Ez ji partiyên Kurd, û bi taybetî jî ji HSDê, dixwazim ku her tiştê ku di destê wan de ye bikin da ku şer rawestînin û rê li ber rijandina xwînê bigirin. Ez ji her du alîyan dixwazim ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan serî li diyalog û muzekereyê bidin.''
Şîrove