Barzanî: Ger planeke jiholêrakirina Kurdan hebe, em hemû yek in

Dîroka Weşanê: Google News
Barzanî: Ger planeke jiholêrakirina Kurdan hebe, em hemû yek in

Mesûd Barzanî diyar kir ku divê nakokiyên li Sûriyeyê bi têgihîştina hevbeş û aştiyê werin çareserkirin û got, "Ger planeke ji bo êrîşkirina li ser Kurdan û jiholêrakirina wan li herêmê hebe, wê demê em hemû yek in."

AMÎDA KURDÎ - Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî piştî hevdîtinên xwe yên dîplomatîk yên li Îtalyayê, bûyerên li bakurê Sûriyeyê nirxand.

'Berpirsiyarên Ewropî soz dan'

Barzanî diyar kir ku berpirsên Ewropî piştgirî dan Kurdan û got, "Wan bi taybetî soz da ku ji bo parastina Kurdên li Rojava bixebitin."

'Divê pirsgirêkên siyasî werin çareserkirin'

Barzanî got, "Ez bi Ehmed Şer re civiyam û mîn ji wî re ragihand ku divê nakokiyên siyasî werin çareserkirin, çi êrîş li dijî Kurdan nayê qebûlkirin."

‘Min hişyarî dabû HSDê’

Barzanî got, "Min berê hişyarî dabû Mazlum Ebdî li ser çareserkirina pirsgirêkên li deverên ku nifûsa wan Ereb zêde ne û min jê re gotibû ku ev rewş dikare di pêşerojê de ji bo wan pirsgirêkan çêbike."

‘Ez ê her tiştê ku ji destê min bê bo Kobaniyê bikim’

Barzanî berdewam kir, "Ez her tiştê ku ji destê min tê dikim û em hemû hewldanên xwe dixin nav wê. Ger min wekî berê derfet hebûya, min ê rasterast hêz bişanda. Kobanî cihekî Kurdan e û divê destûr neyê dayîn ku kes destwerdanê bike.”

‘Ger planeke ji bo tunekirina Kurdan hebe, em hemû yek in’

Barzanî berdewam kir:

"Gefên DAIŞê hîn jî pir zêde ne; DAIŞ bi dawî nebûye. Rewşa niha ya heyî ya li Sûriyeyê ji bo DAIŞê derfeteke zêrîn afirandiye. Hîn ne diyar e ku çend ji wan endamên DAIŞê reviyane. Lêbelê, li gorî agahiyên ku bi me re hene, gelek reviyane û ev xetereke pir mezin çêdike.

Li ser veguhestin û girtina endamên DAIŞê yên mayî li Iraqê di navbera hikûmeta Bexdayê û Amerîkiyan de rêkeftinek hatiye kirin. Ger ev bibe, ew ê gaveke baş be, lê hûrguliyên wekî hejmar û çawaniya xebata pêvajoyê hîn ne diyar in.

Lêbelê, eger rewş ber bi êrîş a li dijî Kurdan ve biçe, em ji bo her tiştî amade ne. Eger planeke êrîşkirina li ser Kurdan û jiholêrakirina wan ji herêmê hebe, wê demê em hemû yekgirtî ne.”

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove