Barzanî biryar da: Bihayê benzînê hat diyarkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Barzanî biryar da: Bihayê benzînê hat diyarkirin

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bihayê nû yê benzînê hat eşkerekirin.

AMÎDA KURDÎ - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina biha û kalîteya benzînê çend biryarên nû dan. Li gorî van biryaran bihayê herî bilind ê lîtreya benzînê hat diyarkirin. Wezaretê xwest ku rê li ber bihabûna sotemeniyê bigire û barê welatiyan sivik bike.

Ji bo vê armancê jî bihayên nû yên benzîna normal, muhesen û superê hatin diyarkirin.

Bihayên nû bi vî rengî ne:

Benzîna normal a hikûmetê: Lîtreya wê ya ku wezaret dabîn dike bi 750 dînarî ye (0,5 dolar). Benzîna normal a bazirganî jî dê ji 850 dînarî ne bihatir be.

Benzîna muhesen (başkirî): Lîtreya vê benzînê dê ji 1000 dînarî (0,67 dolar) zêdetir nebe.

Benzîna super: Lîtreyek dê ji 1200 dînarî (0,80 dolar) ne bihatir be.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove