Bangewazî ji bo 200 mamosteyên zimanê Kurdî

Dîroka Weşanê: Google News
Bangewazî ji bo 200 mamosteyên zimanê Kurdî

Fevzî Bulgan, Koordînatorê Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) tekez kir ku ji bo misogerkirina dersên bijarte yên zimanê Kurdî, pêdivîya tayînkirina 200 mamosteyan heye.

AMÎDA KURDÎ - Daxwaza tayînkirina mamosteyan ji bo dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) dîsa di rojevê de ye. Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan bi parvekirineke xwe de ev  hewcedariye destnîşan kir.

Pêdivî bi 200 mamosteyan heye

Bulgan di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya mamosteyên dersên zimanê Kurdî ku li dibistanan tenê teorîk nemînin û zarok bikaribin ji van dersan sûdê werbigirin. Di bangewaziya xwe da navê Wezaretê jî lê zêde kir û ji bo tayînkirina 200 mamosteyan got, "pêdiviyek girîng"e.

Di peyamê de hate gotin ku Kurdî wekî derseke bijarte di pergala perwerdehiyê de zengîniye  û ev yek tenê bi mamosteyên daîmî dikare were xurt kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove