AMÎDA KURDÎ - Serîlêdanên ji bo dersa vebijêrkî ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi daxuyaniyeke nivîskî bangî malbatan kir ku ji bo zarokên xwe yên di polên 5, 6, 7 û 8an de ne dersa vebijêrkî ya Kurdî hilbijêrin ku dê 20ê Sibata 2026an bi dawî bibin.

"Ji asîmîlasyonê re, na!"
Mustafa Ozçelîk diyar kir ku xwedîderketina li dersa Kurdî nayê wateya destberdana ji daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî û fermîbûna zimanê Kurdî û got:
"Berevajî wê, hilbijartina dersa Kurdî, piçekî be jî rê li ber girtina asîmîlasyonê ye, xwedîderketina li zimanê Kurdî ye û ji bo ku zarokên me Kurdî fêr bibin gavek e."

Bang ji rayedaran re
Ozçelîk di daxuyaniya xwe de bangî rayedarên Tirkiyeyê jî kir û xwest ku astengiyên li pêşiya dersa Kurdî bên rakirin û hejmara mamosteyên Kurdî li gorî pêwîstiyê bê zêdekirin.
Ozçelîk her wiha bangî birêvebiriên dibistanan jî kir ku alîkariya malbatan bikin û pêvajoya serîlêdanê hêsan bikin.

"Divê li malê bi zimanê xwe biaxivin"
Serokê Giştî yê PWKyê destnîşan kir ku divê gav bên avêtin da ku dersa vebijêrkî ji pola 1ê heta pola 12an be û her wiha ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê guhertinên zagonî û destûrî bên kirin.
Ozçelîk di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got, "Berî her tiştî, divê em di hemû beşên jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî biaxivin û Kurdî fêr bibin.
Şîrove