AMÎDA KURDÎ - Tuncer Bakirhanî, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM), di civîna heftane ya koma parlementoyê ya partiya xwe de axivî. Bakirhanî daxwaza ‘lûtkeya rêberan’ kir ku ji hêla Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ve were lidarxistin.

'Divê lûtkeya rêberan were lidarxistin'
Bakirhanî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên bingehîn got: "Em bang li hemû serokên partiyên siyasî dikin ku di lûtkeya rêberan de werin cem hev. Divê lûtkeya rêberan di bin serokatiya Serokkomar de were lidarxistin da ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, di serî de pirsgirêka Kurd, çareser bibin."

'Divê li gel Kurdan tifaqek hebe '
Bakirhan ji bo daxuyaniyên Hakan Fîdan wiha got, "Ne rast e ku tehdîtên nû li ser Şengal, Mexmûr û Hewlêrê bên pêşkêşkirin. Tiştê ku divê were kirin ev e ku hevpeymanên stratejîk û dîrokî bi Kurdan re werin birêvebirin."
Şîrove