AMÎDA KURDÎ - Deklarasyona pîrozbahiyên Newrozê ya 2026an li Sumerparkê Amedê hate ragihandin ku dê bi slogana "Newroza Azadî û Demokrasiyê" were lidarxistin.
Di pêşkêşkirina deklarasyonê de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û wiha got, ''Bila ev newroz bibe newroza gele Kurd û yekitiya demokratik, bila ev newroz bibe bersiva gele Kurd. Meydana newrozê dê bibe rihê yekitiya gele Kurd. Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Kirmanşahê heta Qamişloyê em ê bejin yekitî, yekitî, yekitî. Em bo yekitiya Kurdan amade ne. Em dibêjin em ne çar in, em yek in.''
Şîrove