AMÎDA KURDÎ - Hevserokê Giştî yê Partiya Gelana a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, şeva borî beşdarî bernameyeke televîzyonî bû.

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo bipêşketina pêvajoyê divê mercên Ocalan bên guhertin û got:
"Meseleyeke ew qas mezin û girîng di şaneyeke 12 metre çargorşeyî de nayê birêvebirin.
Divê cih, statu û derfetên ragihandinê yên guncav ji bo vê meseleyê bên avakirin.
Pêwîst e parêzer û şandeya me hêsantir ikaribin biçin û werin ku Birêz Ocalan karibe bi hevalên xwe yên li girtîgeh, sirgun û qadan re pêwendiyê deyne."

Bakirhan her wiha tekez kir ku ji bo sererastkirina mercên pêwendiyê yên Ocalan pêwîstî bi derxistina yasayên nû nîne.
Li gorî Bakirhan hikûmet dikare bi biryarên îdarî vê astengiyê rake.
Şîrove