AMÎDA KURDÎ - Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan li ser pêvajoyê û daxuyaniyên Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş şîrove kir. Bakirhan di hevpeyvîneke bi Ceren Bayar re li ser T24ê daxuyaniyên girîng da.

'Mesele ji bo me qediya'
"Em dizanin ku birîndar birînên xwe dizanin; lê destê ku dê birînê derman bike destê têkoşîna hevpar e. Berpirsiyariya me ya dîrokî ne ew e ku em wî destî dûr bixin, lê bi qahîm bigirin û li ser kîjan bingehê em ê bicivin nîqaş bikin. Pêwîst e ku em nekevin nav xefika kesên ku dixwazin nîqaşê gur bikin. Divê ev nîqaşê bi dawî bibin. Ji ber vê yekê, ev nîqaş ji bo me qediyaye. Bi helwesta sosyalîstbûn û demokratîkbûnê, em ê têkoşîna hevpar berfireh bikin."
Şîrove