Bakirhan bersiva Bahçeli da: Yên ku tiliyên xwe dihejînin li ser televîzyonê ne

Dîroka Weşanê: Google News
Bakirhan bersiva Bahçeli da: Yên ku tiliyên xwe dihejînin li ser televîzyonê ne

Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan, di civîna partiya xwe de axivî. Êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê şibande Helebçe û Şingalê. Bakirhan her wiha bersiva rexneyên Bahçeli yên li ser partiya DEMê da.

AMÎDA KURDÎ - Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya partiya xwe de bal kişand ser êrîşên dawî yên li ser taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê. Bertek nîşanî êrîşên HTŞ û komên paramîlîter û piştgiriya Tirkiyeyê da. Bakirhan diyar kir, "Hewldaneke nû ya Helebçeyê li Helebê hat kirin. Hûn ê nikaribin bi rejîmên xwe yên rizî Kurdan qir bikin.’’

Bakirhan got, "Ger birêz Bahçelî dixwaze kesên ku tiliyên xwe dihejînin bibîne, bila ji kerema xwe îşev kanalên televîzyonê veke û temaşe bike; ew ê bi xwe hin rayedarên hikûmetê bibîne ku tiliyên xwe dihejînin. Hişyariyên me ne li ser hejandina tiliyan e, li ser destdirêjiya aştiyê ye."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove