AMÎDA KURDÎ - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de got, "Li welatê me, Tirk çi be Kurd jî ev e. Rûmeta Tirkekî rûmeta Kurdekî ye. Rûmeta Kurdekî rûmeta Tirkekî ye."
Bahçelî destnîşan kir ku her çend di hin serdemên dîroka Komarê de ji ber helwestên îdeolojîk xeletî hatibin kirin jî, nêzîkatiya bingehîn a dewletê hemwelatîbûna wekhev bûye.

'Komîsyona pêvajoyê tabû têk birin'
Bahçelî diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê 20 civîn li dar xistine û rapora amadekirî hatiye qebûlkirin û bi rêbazek demokratîk xebitiye û got, "Divê kes karê ku hatiye kirin kêm nebîne."

'Dor dora rêziknameyên yasayî ne'
Bahçelî diyar kir ku nexşerêya pêvajoyê şekil girtiye û destnîşan kir ku qonaxa din qonaxa rêziknameyên yasayî ne û gava çek bêdeng bibin, siyaset dê biaxive. Bahçelî diyar kir ku divê KCK were hilweşandin.
Şîrove