AMÎDA KURDÎ - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de derbarê pêşketinên dawî yên li Sûriyê de nirxandinên girîng kir.
Bahçelî, peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer de bi bîr xist û diyar kir ku HSD ji rojavayê Sûriyeyê hatiye derxistin û HDS/YPG neçar ma ku peymana 14 xalî îmze bike.

Xalên sereke ji axaftina Bahçelî:
Reqa û Dêrezor ji dagirkeriyê hatine rizgarkirin. HSD û YPG, ku li dijî Peymana 10ê Adarê li ber xwe dan, bi operasyoneke berfireh a paqijkirinê bi zorê hatin derxistin. Ev pêşketin ji bo Tirkiyeyê erênî û girîng in.
Ya pir girîng ew e ku HSDê, piştî ku zorî dît yekser teslîm bû, neçar ma ku peymana 14 xalî îmze bike. Eşîrên Ereb, Kurd û Tirkmen ji bilî bihevrejiyanê tu daxwazên wan nînin.
Eşîrên Ereb, mil bi mil bi rejîma Şamê re, li dijî YPGê têkoşînek bêhempa dan. Birayên me yên Kurd cuda ne; YPG û HSD tiştekî din in.

Wekî MHPê (Partiya Tevgera Neteweperest), pêşniyara me bo Sûriyeya nû ev e, divê destûrek berfireh hebe ku hemû hêmanên etnîkî û olî di bin hemwelatîbûna Sûriyeyê de, li ser bingeha edaletê û hilbijartinên azad bê hewandin.
Divê terorîzm ji holê were rakirin û divê herêma rojhilatê Çemê Firatê jî were paqijkirin.
Şîrove