AMÎDA KURDÎ - Serokê MHP Devlet Bahçelî rexne li Partiya DEMê kir, ji ber ku li ser sînor civîna komê li dar xistiye û got, "Eşkere ye ku Partiya DEMê, ku civîna koma xwe li Nisêbînê li dar xistiye û hevserokên wê yên ku di civînê de axivîn, di serî de berpirsiyarê daxistina ala Tirkiyê ne."
Daxuyaniya nivîskî ya Bahçelî wiha domiya: "Her ku gavên ber bi 'Tirkiyeyek bê teror' û 'Herêmek bê teror' ve diçin û her ku herêma aştî û aramiyê xurt dibe, provokasyonên eniya dijminane digihîjin astek xeternak."

Bertek li hember axaftina Bakirhan
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Axaftina bêxem a Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhanî ya ku tê de baldarî, rêzdarî, rûmet, aîdiyet, berpirsiyarî û hesasiyeta rewşenbîrî û wijdanî tune ye rageşiya provokatîf zêdetir bûye.

Serokê MHPê Bahçelî ji Partiya DEMê re axivî û got:
"Partiya DEMê divê biryarekê bide:
Gelo ew li kêleka serokê damezrîner ê PKKê ne an li dijî wî ne?
Gelo ew ê di xizmeta terorîzmê de bin, an jî dê xizmeta pêşerojek bê terorîzmê bikin?
Gelo ew ê li aliyê çek û tundûtûjiyê bigrin, an jî dê pabendî fezîletên siyaset û demokrasiyê bimînin?"
‘SDG/YPG xwişk û birayên me yên Kurd temsîl nake’
Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Ez destên qirêj ên ku dirêjî ala me dibin, armancên wan ên qirêj û sempatîzanên wan ên terorîst şermezar dikim. HSD/YPG rêxistinek terorîst e û nikare nûnertiya xwişk û birayên me yên Kurd bike. Di dawiyê de, divê rojhilatê Firatê bi tevahî ji teror û pevçûnên xwînî were paqijkirin. Ew roj îro ye.”
Şîrove