Avestayê Şar a Husên Arif weşand

Dîroka Weşanê: Google News
Avestayê Şar a Husên Arif weşand

Weşanxaneya Avestayê romana Şar a Husên Arif çap kir ku Şikriya Salih û Firat Kelehkî wergêrên vê kitêbê ne.

AMÎDA KURDÎ – Husên Arif ji Silêmaniyê ye û çendîn berhemên wî yên edebî hene û qedereke bo kurmancî tê wergerandin. Rewdegurg û Lehiya Dilî ji Pall Weşanê bi kurmancî hatibûn çapkirin û niha jî Weşanxaneya Avestayê romana wî ya bi navê Şar derxist.

Şar, 1986an de derketibû û niha jî bi wergera Şikriya Salih û Firat Kelehkî li Avestayê ye.

Danasîna Şarê

Xaniyê kevin ê Metê Helîm li Taxa Serşeqamê, di vê romanê de ne tenê avahiyeke ji kerpîç û heriyê ye; ew nexşeya piçûk a civaka kurdan e ku di nîvê sedsala bîstan de di navbera kevneşopî û nûjeniyê de asê maye. Ev der, “şanehengek” e ku tê de çarenûsa bi dehan mirovên bêkes, hejar û baskşikestî bi hev ve girêdayî ne.

Di bin baskê “Şahjina Heqanetê” Metê Helîm de, karakterên mîna Sabîrê himal, Heme Eliyê meaşxwer û Xawera nanpêj, hewl didin ku keştiya xwe ya şikestî di nava deryaya bipêl a “Şar” de li ser avê bihêlin. Li vir derî nayên girtin û tiştek nayê veşartin; şabûn û keder, birçîbûn û têrbûn ya hemûyan e. Metê, bi fermanên xwe yên nayên redkirin û dilê xwe yê mîna deryayê, hewl dide pergaleke civakî ya li ser bingeha dilsoziyê û otorîteya kevneşopî biparêze.

Lê gelo ev kela parastinê dikare li ber bayê guherînên demê, xizaniya ku her diçe kûrtir dibe û zagonên sar ên bajêr xwe ragire?

Hisên Arif, di romana “Şar” de, çîroka jiyaneke hevpar vedibêje ku tê de her odeyek cîhanek e û her cîranek, parçeyek ji canê yê din e. Ev berhem, belgeyeke zindî ya hilweşîna hêlînên kevin û lêgerîna nasnameyê di nava kolanên teng de ye.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove