Amîda Kurdî dest pê dike!

Dîroka Weşanê: Google News
Amîda Kurdî dest pê dike!

Amîda Kurdî di destpêka 2026an de bi şîyara ‘nûçeyên xwe bi zimanê xwe bixwînin’ dest bi weşanê kir. Armanca wê ew e ku nûçeyên herêmê bi zimanê welatîyan bigehîne wan.

Amîda Kurdî di destpêka 2026an de bi şîyara ‘nûçeyên xwe bi zimanê xwe bixwînin’ dest bi weşanê kir. Armanca wê ew e ku nûçeyên herêmê bi zimanê welatîyan bigehîne wan.

Amîda Kurdî beşek ji Amîda Haberê ye ku di îlona 2022an da dest bi weşana xwe kiribû lê her çiqas di nav armancên wê da weşana kurdî hebe jî ji ber çend sedeman nekarîbû pêk bîne û ev pêngav hewldana wê armancê ye.

Amîda Kurdî dê pala xwe bide peywirên etîk yên ragihandinê:

  1. Dê rêz li rastiyê û mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê bigire.
  2. Dê her gav azadiya berhevkirinê û weşandina rastgo ya nûçeyan, û her weha mafê şîrove û rexneyên adil biparêze.
  3. Dê tenê nûçeyan li gorî rastiyên ku ew ji çavkaniyên xwe dizane ragihîne.
  4. Dê bi hevkarên xwe re di nav palpiştîyê da be, lê dev ji azadiya xwe ya lêkolînê, erkê xwe yê agahdarkirinê, û mafên xwe yên rexnekirin, şîrovekirin û hilbijartinên edîtorî bernade.

Amîda Kurdî dê rêxweşker be bo kurdînûsan, ew dikarin bi quncikekê fikr û ramanên xwe li gel xwînerên me par ve bikin.

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove