AMÎDA KURDÎ - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di 62emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî û serokên HSDê Mazlum Ebdî û Îlham Ehmedê re civiya. Ev têkiliya yekem e ku piştî peymana 29ê Kanûna Paşîn di navbera HSD û Şamê de pêk tê.

Ji Barrack şîroveya 'Destpêkek nû'
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack, wêneyek ji civînê parve kir û nivîsand, "Wêneyek bi qasî hezar peyvan e, destpêkek nû."

‘Me civîneke berhemdar pêk anî’
Piştî civînê, Mazlum Ebdî ev daxuyanî da: "Îro me bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civînek pir berhemdar li dar xist. Em ji bo rola wê ya di hêsankirina vê peymanê û piştgiriya pêvajoyê de spasdarê Amerîkayê ne."

‘Çima Tirkiye li ser maseyê nîne?’
Parlamenterê berê yê Mêrdînê yê AK Partiyê Orhan Miroğlu li ser medyaya civakî bertek nîşan da û pirsî çima Tirkiye li ser maseyê nîne.
Şîrove