AMÎDA KURDÎ - Amedspor, ku di Lîga 1emîn a TFF de pêşeng e, di rêya xwe ya ber bi şampiyoniyê ve diçe û bi transferên nû derbasî duyemîn serdema vê sezonê bû. Tîma Amedê bi îmzekirina Tarkan Serbest dest bi transsferan kir, dû re Hasanî tevlî refên xwe kir. Paşê Syrota, Dmitrov, Atakan Müjde û Cem Üstündag tevlî klubê bûn.

4 futbolîst ji klubê veqetiyan
Di vê serdemê de 4 futbolîst ji Amedsporê veqetiyan. Aytaç Kara, Cheikhou Kouyaté, Fernando Andrade û Andre Poko ji klubê veqetiyan.
Şîrove