AMÎDA KURDÎ - Amedspor, ku di Lîga 1emîn a TFF de pêşbaziyê dike, ji bo ku maça xwe ya li dijî Erzurumsporê pêk bîne ber bi Erzeromê ve derkete rê. Di vê rêwîtiyê de, tîma Amedsporê li Çewlikê ji bo xwarin û bêhnvedanê rawestiya.
Di vê kêliyê de, alîgirên Koma Zazayan û Koma Barikatê bi govend û stranan silav li lîstikvanên Amedsporê kirin. Ev pêşwaziye moralê tîmê bilind kir.

Alîgiran serkeftin ji lîstikvanan re xwestin, di heman demê de tîma Amedsporê jî ji bo pêşwaziya wan a germ spasiya alîgirên xwe kir.
Amedspor, armanc dike ku di rêwîtiya Lîga 1emîn a TFFyê de serkeftinê bi dest bixe û ji Erzeromê bi sê puanan vegere.
Şîrove