AMÎDA KURDÎ - Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi armanca ku kesên kêmderfetên dîtinê bigihîjin materyalên nivîskî û xizmet bi awayekî wekhev, serbixwe û ewle werin pêşkêşkirin, piştî navbera heşt salan Projeya Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve da destpêkirin. Li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi motoya “Jiyana Hevpar a Gihîştbar” stûdyoyeke deng hat avakirin û xebat li ser bingeha dilxwazî û xwebexşiyê têne meşandin.

66 dilxwazan 31 pirtûk xwendin
Berpirsê Pirtûkxaneya Dengî Abdulmecit Yilmaz anî ziman ku di pirtûkxaneyê de ne tenê roman û çîrok, her wiha pirtûkên ku jiyana astengdaran hêsan dikin an jî yên ji bo amadekariya azmûnan (îmtîhanan) jî têne xwendin. Yilmaz diyar kir ku ev xebateke girîng û bifayde ye û bal kişand ser zêdebûna gihîştinê.

Dê bi sê zimanan xizmetê bide
Yilmaz da zanîn ku pirtûkên hatine dengdarkirin, dê di nêz de di beşa “Pirtûkxaneya Dengî ya Gihîştbar” a li ser Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê de werin weşandin. Her wiha got ku qeyda pergalê bi rapora astengdariyê tê kirin û mirov dikarin bi vî awayî bigihîjin pirtûkan.

Astengdarên ku dibin endam dê bikaribin pirtûkan daxînin
Yilmaz got ku piştî avakirina Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, wan Pirtûkxaneya Dengî wekî yek ji xebatên herî pêşîn dîtiye û bi lez dest bi projeyê kirine. Di pêvajoya pêş de bi xurtkirina binesaziya teknîkî, dê di ser sepan (aplikasyon) û malpera webê re bingeheke daneyan a berfirehtir were avakirin.
Banga xwebexşiyê
Yilmaz bang li welatiyan kir ku ji bo xebatên dengdarkirinê bibin xwebexş û diyar kir ku serlêdan li Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran tên girtin.
'Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide vê xebatê'
Xwebexşa Pirtûkxaneya Dengî Nurcîhan Yilmaz jî anî ziman ku astengdar di gelek qadên jiyanê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em barê wan hinekî hildin ser milên xwe û sivik bikin. Ev xebat pir bi qîmet e. Ez bawer dikim ku xebateke wiha dê rêya geşepêdanê ji wan re vebike. Divê xebatên wiha zêdetir bibin. Kesên ku dixwazin cih di vê xebatê de bigirin, divê hinek ji wextê xwe veqetînin û piştgiriyê bidin. Em dixwazin gelê me piştgiriyê bide.”
Şîrove