AMÎDA KURDÎ - Serlêdanên ji bo dersên bijarte yên ku dê di polên 5, 6, 7 û 8an de ku ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ve hatî destnîşankirin, di 8ê Sibatê de dest pê kiribûn. Ji bo hilbijartina dersên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî ku di bin bernameya "Ziman û Zaravayên Zindî" de tê dayîn par, li seranserê welêt bi tevahî 59,362 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartin; 50,809 xwendekaran Kurmancî û 8,563 xwendekaran Zazakî hilbijartin.

Ji ber ku mamoste ehatine tayînkirin ders nehatine dayîn
Li Amedê di sala 2025an de 8,674 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartin. Lêbelê, ji ber kêmasiya mamosteyan tenê 5,672 ji van xwendekaran karîn beşdarî dersê bibin. Niha, li navenda bajêr tenê 11 mamoste hene, 10 jê bo Kurmancî û 1 jê jî bo Zazakî ye.
Tevî ku li seranserê Tirkiyeyê nêzîkî hezar mezûnên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hene jî, hejmara mamosteyên zimanê Kurdî yên ku heta niha hatine tayînkirin, tevî yên ku zaravayên Kurmancî û Zazakî hîn dikin, tenê 213 e.
Serlêdanên dersan îro diqedin.
Şîrove